Ciwanên Kurd xelata baştirîn dîplomat wergirt
Li Stenbolê di konferansa Dîplomatên Ciwan a Neteweyên Yekgirtî de ciwanên 50 welatan beşdar bûn
Stenbol (K24) – Di konferanseke navdewletî de salane li ser gotûbêjkirina babetên global li Stenbolê bi beşdariya gêncên ji welatên cuda bi rê ve diçe îsal komekê ciwanên ji Herêma Kurdistanê xelata baştirîn dîplomat a konferansê wergirt.
Li Stenbolê di konferansa Dîplomatên Ciwan a Modelên Neteweyên Yekgirtî de ku bi mebesta guftûgokirina babetên cuda yên global ji hêla dezgeha Globalization a Amerîkayî ve hat sazkirin ji 50 welatan gelek gênc hatin ba hev.
Komekê ciwanên ku ji Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê bûn, bal kişandin ser komkujiyên li ser miletê xwe, der barê kultir û bûyerên dîrokî yên Kurdan de beşdaran agahdar kirin.
Xwendekar Sefîn Haydar ji K24ê re got: “Di konferansê de zêdetir behsa kêşeyên dîplomatîk ên navdewetî hatin kirin. Lê em beşdarên Kurd zêdetir zilmên li ser miletê me hatine kirin wek jenosida li ser Kurdan enfalkirina Kurdan komkujiya Helebçe behs kir. Gelek beşdarên biyanî dema navê Kurdistanê dibihîsin dibêjin, ‘What Kurdistan’ yanê pirsiyara Kurd û welatê me dikin hewl didin fêr bibin. Em jî li ser Kurd û Kurdistanê wan biyaniyan agahdar dikin û em dibêjin ne beşeke ji nav Iraqê ne li her çar perçeyê em Kurd hene û me nexşe welatê xwe jî nîşanî wan de. Li gel vê me wêneyên Enfal û Helebçeyê jî nîşan da da ku pê bihesin û bizanin.”
Di konferansê de ku salane tê lidarxistin îsal meseleya “mafê mirovan” wek babeta sereke hat hilbijartin.
Xwendekar Bahra Muhammed Emîn dibêje: “Babeta konferansa îsal li ser mafê mirovan û şerê Azerbaycan û Ermenîstan bû. Gênc der barê van babetan de çi kar û xebat dikin, kîjan welat li ser mafê mirovan û mijarên din ên global helwesteke çawa nîşan didin? Me ev zêdetir qise kir. Em jî wek Kurd der barê wan babetan de hest û ramanên xwe ji beşdarên biyaniyan re ragihand.”
Di dawiya konferansê de ku beşeke wê ji medyaya re girtî biv rê ve çû, gêncên Kurd ku bi cilê Kurdî, ala Kurdistanê û digel xwendina sirûda Kurdan a neteweyî derketin ser sehnê û xelata baştirîn dîplomat ê konferansê wergirtin.