Li Diyarbekirê mîhrîcana Qehweya Mezopotamyayê dê were lidarxistin

Pêşangeh dê di 28ê Cotmehê de were li darxistin û dê ji Başûrê Kurdistanê jî kompanî werin vexwendin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê danasîna Pêşangeh û Mîhrîcana Qehweyê ya Mezopotamya hat kirin. Pêşangeh dê di 28ê Cotmehê de were li darxistin û dê ji Başûrê Kurdistanê jî kompanî werin vexwendin.

Ji aliyê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekir ve civînek çapemeniyê bo anasîna Pêşangeh û Mîhrîcana Qehweyê ya Mezopotamya hat kirin.

Di civînê de Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekir Mehmet Kaya anî zimên ku cara yekem e li Diyarbekir organîzasyonek wisa tê li darxistin û dê bo danasîna Diyarbekirê jî sudbexş be û dê nirxê markaya Diyarbekir jî bilind bike.

Organîzatoran di civînê de bal kêşandin ku dê ji gelek welatan jî kompanî û pisporên qehweyê beşdar bibin û her wiha dê ji Başurê Kurdistanê jî kompanî werin vexwendin.

Di civînê de hat amajekirin ku dê qehweyên taybet ên erdnîgariya Mezopotamyayê jî werin danasîn ku di çandên qedîm de qehwe jî cihek girîng digire.

Di danasînê de pisporan bal kêşandin ser giringiya bazirganiya qehweyê ku di cîhanê de di nava berhemên bazirganiya wan tê kirin de qehwe piştî petrolê di rêza duyem de ye.

Organîzatorên pêşangehê dan zanîn ku dê konsolên welatên di qehweyê de navdar in jî bo pêşangehê werin vexwendin û barîstayên ango hosteyên qehweyê yên navdar ên ku di qada navneteweyî de di pêşbaziyên çêkirina qehweyê de xelat wergirtine jî dê beşdar bin.