Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji bihayê garis bi gazinc in

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cotkar ji bihayên ku ji bo berhemên cotkarî ji aliyê dewletê ve tên diyar kirin bi gazinc in.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cotkar ji bihayên ku ji bo berhemên cotkarî ji aliyê dewletê ve tên diyar kirin bi gazinc in. Bi taybet di salên dawî de, hilberîna garis li bajêrên Bakur zêde dibe, lê bihayê ku îsal hatiye diyarkirin, bi bertek û nerazîbûnên cotkaran re hat pêşwazîkirin.

Serokê Jûra Cotkarî ya Yênîşehîr a Diyarbekirê Suleyman Îskenderoglû, bal kişand ku cotkar çavkaniya hilberînê ne û li gel xercên giran hewla berdewamkirina cotkarî didin. Lê polîtîqayên ku tên meşandin, cotkariyê berbi neman û têkbirinê ve dibe.

Îskenderoglû bal kişand ku sala borî bihayê tona garis bi 5 hezar û 700 lîre bûye û li gel ku hemû lêçûn xerc ji %100 û %150 zêbûne jî, îsal bihayê garis ji %5 hatiye zêdekirin û wek 6 hezar hatiye ragihandin.

Suleyman Îskanderoglû anî ziman ku maliyeta hilberîna garis nêzîkî 9 hezar e û bi vî bihayî tu cotkarekî nikare berhemdayînê berdewam bike. Daxwazî kir ku bihayekî maqûl ji aliyê rayedaran ve bê diyarkirin û piştgiriya hilberînên cotkarî bê kirin.

Parlamenterê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikûlû jî, ragihand ku bihayê ji bo garis hatiye diyarkirin, weka pêşîlêgirtina cotkarî ye û ne tenê garis bi giştî bihayên ku ji bo berhemên cotkarî tên diyarkirin, ji rewşa rastiyê dûr in û bi sedan ton genim jî li bajarên Bakur, ji bo fiortinê li nav zeviyan mane. Bang û daxwaz hat kirin ku piştgiriyên baş ji bo cotkaran û cotkarî bê kirin da ku hilberîn berdewam bike.