Batman.. 4 endamên malbatekê di êrîşekê de hatin kuştin

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Batmanê ragihand ku, di şeva derbasbûyî de li navçeya Qubînê êrîşî malbatekê hatiye kirin û 4 kes jê hatine kuştin. Lêkolîn li ser wê buyerê hatiye destpêkirina û di çarçoveya lêkolînê de jî, 4 kes hatine binçavkirin.
Şeva derbasbuyî saet 22.55 li gundê Newalê yê girêdayî navçeya Qubînê ya Batmanê bi çekan êrîşî malbatekê hat kirin û di encamê de bav Mehmet Şanli yê 65 salî , dê Takîbe Şanli ya 43 salî, keça wan Elanur Şanli ya 9 salî û kurê wan Akincan Şanli yê 5 salî hatin kuştin.
Hat zanîn ku ew malbat dema ji dawetekê vedigeriya di otombêlê de rastî êrîşe hatiye. Parêzgeriya Batmanê di derheqa wê êrîşê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, di derheqa wê buyerê de lêkolîn hatiye destpêkirina.
Parêzgeriya Batmanê amaje jî da ku, di çarçoveya lêkolînê de 4 kes heta niha hatine binçvakirin. Parêzgeriyê di wê daxuyaniyê de bal kêşandiye ku, lêkolîna di derheqa wê buyerê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi baldarî tê meşandin.