Saziyên sivîl ên Diyarbekirê hişyariyê derbarê madeyên hişbir de didin

Diyarbekir (K24) – Saziyên sivîl ên Diyarbekirê bang li raya giştî dikin ku bikaranîna madeyên hişbir gihiştiye asteke metirsîdar û divê vê mijarê de hêzên ewlekariyê bergiriyan tund bikin û malbat hay ji zarokên xwe hebin. Bal tê kêşan ku bikaranîna maddeyên hişbir nava zarokan de jî belav dibe û li gorî lêkolînan zarokek li Diyarbekirê dikare nava nîv demjimêrî de maddeyek hişbir peyda bike.

Ji aliyê Platforma Şiyar Be ve li Diyarbekirê bo pêşîlêgirtina bikaranîna madeyên hişbir çalakiyek hat li darxistin. Di çalakiyê de hat amajekirin her ku diçe li Diyarbekirê tevî hemu bang û bergiriyan bikaranîna madeyên hişbir zêdetir dibe û bang li malbatan hat kirin ku li gorî derfetên xwe bergiriyan bistînin û zarokên xwe ji maddeyên hişbir biparêzin da ku pêşeroja ciwan û zarokan tarî nebe.

Rêvebera Amedsporê Sorgul Aytek ji K24ê re got: “Bi rastî divê malbat û hemû bajar li dijî maddeyên hişbir tekoşînek hevpar bidin da ku encamek bibandor were bidestxistin. Divê bertekek wisa xurt were nîşandan ku ne tenê li Kurdistanê li metrepolan jî ciwanên me bin vê gefê de ne.”

Saziyên sivîl ên li dijî bikaranîna madeyên hişbir xebatan dimeşînin jî didin zanîn ku li Diyarbekirê rewş ne baş e û kesên bixwazin di vê mijarê de alîkariyê profesyonel bistînin bila li jimare 191ê bigerin.

Serokê Komeleya Stêrka Kesk a Tekoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir Yahya Oger got: “Li gorî lêkolînan cîhanê de rêjeya bikaranîna madeyên hişbir %5 e li Diyarbekirê navbera 5-6 de ye lê di rastiyê de nêzîkî %10 e, di sala 2023yê de 450 jinan bo destjêberdana maddeyên hişbir serî li nexweşxaneyan dane. Li gorî lêkolînan li Diyarbekirê kesek dikare nava nîv demjimêrî de maddeyên hişbir peyda bike.”

Li Diyarbekirê 2 karesat derketine holê yek ew e ku temenê bikaranîna madeyên hişbir heta 9ê jî daketiye û ya duyem jî ew e ku zarok bi hêsanî dikarin maddeyên hişbir peyda bikin.

 

 

 
Fly Erbil Advertisment