Ferîd Demîrel: Par çand û zimanê kurdî 70 caran rastî qedexeyan hatiye
Stenbol (K24) – Platforma Raporkirin û Çavdêrîkirina Mafên Zimanê Kurdî “Kurdish Monitoring” eşkere dike, li Tirkiyeyê çand û zimanê Kurdî sala borî 70 caran tûşî qedexe û astengiyan bûye. Kurdî, li dezgehên hikûmî 25 caran, li medyayê 15 caran, li qadên çandî û hûnerî 18 caran û li girtîxaneyan jî 12 caran rûbirûyê astengî û binpêkirinan bûye.
Platforma Raporkirin û Çavdêrîkirina Mafên Zimanê Kurdî “Kurdish Monitoringê” rapora xwe ya sala 2025ê belav kir û hate ragihandin ku qedexeyên li dijî çand û zimanê Kurdî ji fermangeh û saziyên hikûmî heta şahiyên kolanan her qadên jiyanê berdewam e.
Li gor amaran, çand û zimanê Kurdî sala borî herî kêm 70 caran tûşî astengî qedexeyan bûye.
Berpirsê Kurdish Monitoring Ferîd Demîrel ji K24ê re got: “Di sala borî de bi giştî zêdetirî 70 caran qedexe li ser ziman û çanda Kurdî hatine sepandin. Ji van; 25 caran di qada giştî de, 12 caran di girtîgehan de, 18 caran di warê çand û hunerê de û 15 caran jî di qada medyayê de astengî derketine. Dema parlamenterek di parlamenê de bi Kurdî diaxive, mîkrofona wî tê girtin û di zabitnameyan de Kurdî wekî "zimanekî nenas" yan jî bi "sê xalan (...)" tê nîşandan. Tevî ku rayedarên dewletê dibêjin qedexeyên li girtîgehan hatine rakirin, Demîrel destnîşan kir ku girtî hîna jî nikarin bi malbatên xwe re bi rehetî bi Kurdî bi axivin, nameyên wan ên Kurdî nayên şandin û pirtûkên Kurdî ji wan re nayên dayîn.”
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, yek ji wan saziyên diyar Kurdî ye ku bo parastina çand û zimanê Kurdî xebatan dike û yek ji rêveberên weqfê dibêje, ec amar nîşan dide ku siyaseta bişaftinê û redkirinê ya dewleta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan bi awayeke sîstematîk berdewam e.
Endamê RêveberIya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Nîhad Gultekîn got: “Heke dewleta Tirkiyeyê bi rastî bixwaze welat aram bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe, gava yekem a ku divê were avêtin "rakirina qedexeyên li ser zimanê Kurdî" ye. Li hemberî dewletê miletê Kurd heye û heta ku Kurdî di qada perwerdehiyê de û bi awayekî fermî neyê naskirin, pêvajoyên polîtîk nagihîjin armanca xwe. Divê dewlet ji vê hişmendiya qedexeker dûr bikeve da ku civak nefesekê bistîne.”
Di dema nêzik de yek ji qedexeyên herî diyar meha borî rû dabû û Konsera Koma Amedê ya li Stenbolê hatibû qedexekirin.