Fermandarekî pilebilind ê hêza asmanî ya Supaya Pasdaran hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya fermî ya Îranê ragihand, di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, Fermandarê Hêzên Asmanî yên Supaya Pasdaran li Isfehanê û Berpirsê Îstîxbarata Besîcê hatine kuştin.
Medyaya Îranê bi fermî piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Asmanî yên ser bi Supaya Pasdaran ve li bajarê Isfehanê Mehdî Qureyşî hatiye kuştin. Li gorî agahiyan, Qureyşî di encama êrîşên asmanî yên dawî yên Amerîka û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye.
Hevdem, medyaya Îranê nûçeya kuştina Îsmaîl Ehmedî, Berpirsê Îstîxbarata Rêxistina Besîcê û cîgirê Gulamreza Suleymanî (Serokê Besîcê), di operasyonên dawî de hatiye kuştin.