Guterres: Tenê Amerîka dikare şerê Îran û Îsraîlê rawestîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres ragihand, belgeyên bihêz hene nîşan didin ku her du aliyên şer, Îsraîl û Îran, "tawanên şer" pêk anîne. Guterres bang li Washingtonê kir ku ji bo rawestandina şer gavan bavêje.
Guterres di daxuyaniyekê de bal kişand ser kûrbûna şerê li Rojhilata Navîn û diyar kir ku "sedemên lojîstîk û belgeyên bihêz" hene ku meriv bawer bike her du aliyên nakokiyê, ango Îsraîl û Îran, tawanên şer pêk anîne.
Guterres stratejiya her du welatan wiha şîrove kir û destnîşan kir ku stratejiya Tehranê li ser bingehê 'parastina demdirêj û gihandina zirara herî mezin ji bo neyarên xwe' hatiye avakirin; lê belê armanca Tel Avîvê ew e ku bi temamî şiyana leşkerî ya Îranê têk bibe û kar ji bo 'guhertina rejîma Tehranê' dike.
Sekreterê Giştî destnîşan kir, êrîşên her du aliyan ên li ser saziyên enerjiyê û jêrxana stratejîk, belgeyên zelal in ku îhtîmala "tawanên şer" bihêz dikin.
Derbarê çareserkirina vê rewşa aloz de, Guterres tekez kir, kilîta çareseriyê di destê Amerîkayê de ye û got: "Pêwîst e Washington ragihîne ku erkê wê yê li navçeyê bidawî bûye. Tenê Amerîka dikare vê şerî rawestîne û sînoran ji bo van aloziyan deyne."
Ev daxuyaniyên Guterres di demekê de ne, navçe ji ber êrîşên dijwar ên Tehran û Tel Avîvê di rewşeke pir hestiyar de ye. Civaka navdewletî nîgeran e ku ev pevçûn veguherin şerekî herêmî yê giştî, bi taybetî di vê serdemê de ku hewildanên dîplomatîk ên ji bo bernameya atomî ya Îranê gihîştine lûtkeya asêbûnê.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Neteweyên Yekgirtî careke din bang li her du aliyan kir ku xwe ragirin û pabendî qanûnên navdewletî bin, di demekê de ku her du welat hevdu bi armancgirtina sivîlan û rûxandina binesaziyê tawanbar dikin.