Serok Barzanî di peyama Newrozê de: Divê aliyên siyasî berjewendiyên welat biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Newrozê û Sersala 2726an a Kurdî peyamek belav kir. Serok Barzanî bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku di vê rewşa hestiyar a navçeyê de, yekrêz û hevaheng bin da ku berjewendiyên bilind ên welat werin parastin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

"Bi navê Xwedayê Pexşinde û Dilovan

Bi boneya Cejna Newrozê û Sersala 2726an a Kurdî, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên xweşewîst yên li hundir û derveyî welat dikim. Herwiha ez Cejna Newrozê li hemû wan gelên navçe û cîhanê pîroz dikim ku Newroz beşek e ji çand û dîroka wan. Hêvî dikim bibe saleke tije xweşî û bextewerî ji bo hemû aliyan.

Newroz ji bo gelê Kurdistanê her dem mizgîniya destpêkeke nû, hêviyeke taze û serkeftina bi ser zordar û zehmetiyan bûye. Ev yek wekî çandeke dewlemend a berdewamî û têkoşîna ji bo gihîştina bi azadî û aştiyê, di dîroka gelê Kurdistanê de bi kûrî rehên xwe berdaye.

Newroza îsal hevdem e ligel guherîn, alozî û rageşiyên zêde yên li navçeya me û cîhanê bi giştî. Di vê rewşa hestiyar û dîrokî de, pêwîst e ji her demê zêdetir aliyên siyasî hevaheng û hevkarên hevdu bin û piştgirî û parastina berjewendî, aramî û asayîşa welatê me bikin.

Hêvîdar im Newroza îsal bibe destpêka tebayî û biratiya zêdetir a navbera aliyên siyasî; daxwaz dikim xelkê xweşwîst ê Kurdistanê vê Newrozê û hemû cejnên din bi şahî û kameraniyê derbas bikin. Ez hêvî dikim gelên navçeyê dûrî şer, rageşî û aloziyan, bikaribin di aştî û aramiye de bijîn.

Newroza we pîroz be, her di xêr û xweşiyê de bimînin.

Mesûd Barzanî
29ê Reşemeya 2725ê Kurdî