Supaya Pasdaran: Di nav şer de jî berhemanîna mûşekên me berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, pîşesaziya wan a serbazî di asta herî bilind de ye û di dema şer de jî berhemanîna mûşekan nehatiye rawestandin. Herwiha hişyarî da ku "suprîzên" wan ji bo dijmin hene.
Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî, di daxuyaniya xwe de puaneke tam (20 ji 20) da pîşesaziya mûşekî ya welatê xwe û diyar kir ku ti nîgeraniyên wan di vî warî de nîn in.
Naînî destnîşan kir, di bin bombebaran û şert û mercên şer de jî, Îran di berhemanîna mûşekên nû de berdewam e. Herwiha got: "Dibe ku ev yek ji bo cîhanê bibe cihê matmayînê, lê berhemanîna me ranewestiyaye. Di warê yedek û depokirina mûşekan de jî ti kêşeyên me nîn in."
Berdevkê Supaya Pasdaran hişyarî da Amerîka û Îsraîlê û ragihand, her ku şer dirêj bibe, dê hîn aloztir bibe û tije "suprîzên çaverênekirî" be. Naînî got: "Ji bo dijminê me suprîzên me yên nû hene ku dê di dema xwe de bibînin."
Naînî di daxuyaniya xwe de pesnê gelê Îranê jî da û got, heke pîvanek ji ser 100î hebe, divê mirov wê puanê bide berxwedana gel. Derbarê dawiya şer de jî Naînî ev peyam da: "Daxwaza gelê me ew e ku şer heta têkbirina dijmin berdewam bike. Ev şer tenê wê demê bidawî dibe ku sîbera şer bi temamî ji ser welatê me rabe."