Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata Şêrwan Heyderî re dixwaze

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber koça dawiyê ya qanûnnas, Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê berê û Endamê Parlamentoya Kurdistanê Şêrwan Heyderî, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û tê de sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê), ji ber koça dawiyê ya Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê yê berê û Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê berê Şêrwan Heyderî, peyameke hevxemiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Bi mixabiniyeke mezin ve nûçeya koça dawiyê ya qanûnnas û kesatiyê Kurdistanê Şêrwan Heyderî gihîşt me."

Serok Barzanî herwesa got: “Ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên Xudêjêrazî Şêrwan Heyderî re dixwazim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de jî got: “Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.”

Peyama Serok Barzanî

Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan

Bi mixabiniyeke mezin ve nûçeya koça dawiyê ya qanûnnas û kesatiyê Kurdistanê û Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê berê û Endamê Parlamentoya Kurdsitanê yê berê Şêrwan Heyderî gihîşt me.

Ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên Xudêjêrazî Şêrwan Heyderî re dixwazim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

Îna lîlah weîna îleyhî racîon

 

Mesûd Barzanî

3ê Gulana 2026ê