Berpirsekî Îranî: Tenduristiya Muctaba Xameneyî cîgir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Hevdîtinan li Ofîsa Rêberê Îranê Mizaher Husênî ragihand, Muctaba Xamineyî ji ber rêzeteqînan birîndar bûbû, lê niha baş bûye û rewşa wî ya tenduristiyê cîgir e.

Li gorî ajansa "Tasnim" a Îranê, Husênî diyar kir: "Muctaba Xamineyî ji ber rêze-teqînan birîndar bû, lê niha baş bûye û tenduristiya wî di cih de ye." 

Medyaya Amerîkayê belav kiribû, Muctaba Xamineyî di wê êrîşa asmanî ya Amerîka û Îsraîlê de ya ku di 28ê Sibata 2026an de li ser Îranê hatibû kirin, birîndar bûye. Di wê êrîşê de bavê wî û Rêberê Îranê Elî Xamineyî hatibû kuştin û Muctaba bi xwe jî bi giranî birîndar bûbû, lê hişê wî li serê wî bû. 

Ji dema ku Muctaba Xamineyî bûye cîgirê bavê xwe, ti caran di nav raya giştî de dernetiye û tenê daxuyaniyên nivîskî belav kirine; ev yek jî bûbû sedema gelek gotegot û gumanan li ser rewşa wî ya tenduristiyê.