11 kompanya genimê Herêma Kurdistanê hinarde dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku hemû genimê cotkaran ê ku ji aliyê Bexdayê ve nayê wergirtin, bikre û ji bo bazarên cîhanî hinarde bike. Ji bo vê pêngavê, gelek kompanyayên navxweyî û biyanî amadehiya xwe nîşan dane.

Serokê Desteya Veberhênanê û Serokê Komîteya Bazarkirina Genimê Cotkaran Dr. Mihemed Şukrî, îro 24.06.2026an ragihand, di çarçoveya piştgiriya sektora çandiniyê de û li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, wan dest bi proseyeke nû ya bazarkirina genim kirine.

Dr. Mihemed Şukrî aşkere kir, du kompanyayên navxweyî amade ne hemû genimê ku li cem cotkaran maye bikrin, lewma "ti genim li cem cotkaran namîne." Her wiha 11 kompanyayên din jî daxwazname pêşkêş kirine, daku genimê Kurdistanê hinardeyî derve bikin. Tê payîn ku ev kompanya di qonaxa yekem de her yek, 10 heta 20 hezar ton genim bişînin derve, nexasim ji bo bazara Tirkiyeyê ku li wir bihayê genim li gorî welatên din baştir e.

Tê pêşbînîkirin ku berhemê genimê îsal li Herêma Kurdistanê bigihe 2 milyon tonan. Lê belê hikûmeta federal a Iraqê biryar daye ku tenê 700 hezar ton werbigre û nêzîkî milyonek û 300 hezar ton li cem cotkaran dimîne. Hikûmeta Kurdistanê bi vê pêngavê rê nade ku keda cotkaran winda bibe.

Îsal ji bo cara yekem sîstema dorê ya elektronîk li 13 sayloyan tê cîbicîkirin, daku prose bi rêkûpêk birêve biçe. Li gorî amaran, zêdetirî 45 hezar cotkar li ser rûberê 3 milyon donim zevî genim çandine.

Dr. Mihemed Şukrî tekez kir, hemû amadekariyên yasayî û teknîkî bi dawî bûne û daxwaza kompanyayan ji bo pesendkirina dawî ji Encumena Wezîran re hatî şandin. Armanc ew e ku bazarên nû ji berhemên Kurdistanê re werin dîtin û aboriya Herêmê geştir bibe.