Ebdî: Divê mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de bên çespandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku pêvajoyeke girîng a îdarî, leşkerî û ewlehî bi rê ve diçe û guhartinên îdarî dihên kirin; tekez jî kir ku têkoşîna wan a siyasî bo misogerkirin û çespandina mafên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de berdewam dibe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, di sedsaliya avabûna bajêrê Qamişloyê de ragihand ku ew sedsaliya Qamişloyê pîroz dikin lê dîroka gelên li wî bajarî dijîn ji bo bi hezaran salan li wê deverê vedigere.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa da zanîn jî ku hikûmeta berê dixwest demografiyaya wê deverê biguhere û nasnameya Kurdî qedexe kiribû, her wiha bizav kirin ku pirsgirêkan di navbera neteweyên cuda cuda de çê bike.

Navborî tekez jî kir ku divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û nasnameya hemî neteweyan bê parastin. Wî da zanîn jî ku pêvajoyeke girîng bi rê ve diçe, ku yekkirina leşkerî, ewlehî û îdarî vedigire û di qonaxa bê de guhartinên îdarî dihên kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar jî kir ku di Sûriyeya nû de hemî saziyên leşkerî û îdarî berhema berxwedan û xwîna şehîdan in, lewma daxwaz ji hemî aliyan kir ku bi rengekê yekgirtî piştgiriya van saziyan bikin daku destkeftî bên parastin û xwîna şehîdan belaş neçe.

Mezlûm Ebdî tekez li ser berdewamî û bikarxistina zêdetir bizavên siyasî kir û got: “Ez daxwazê ji hemiyan dikim ku em bizavên xwe yên siyasî cidîtir xurttir bikin, daku mafên gelê Kurd bi fermî di destûra Sûriyeyê de cîgir bibin û bên parastin.”

Di pareka dî ya gotinên xwe de, Fermandarê Giştî yê HSDê daxwaz ji parêzgar û berpirsên îdarî yên parêzgeha Hesekê kir ku zêdetir xizmeta welatiyan û bajêrê Qamişloyê bikin, herwesa ragihand: “Divê Qamişlo bibe navendeke ferhengî û siyasî ya destnîşankirî li seranserî Sûriyeyê.”