Rêber Ehmed: Me daxwaza ronkirinê ji Îranê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew li benda ronkirina fermî ya Îranê li ser êrîşên bi dronan in, ku li dijî nivîsîngeha Serokwezîr û cihê xwecihbûnê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hatine kirin, tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nabe parek ji aloziyên deverê û daxwaz kir ku di pirsên vekişîna hêzên hevpeymanan de ti valahiyên ewlehiyê çê nebin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku gelek caran êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, berê jî êrîşî bingehên hêzên Pêşmergeyan hatibû kirin û şehîd û birîndar hebûn, her wiha xelk û cihên sivîl hatine armancgirtin ku dawî tişt êrîşa dronî ya li ser nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê xwecihbûna Berpirsê Ajansa Parastinê bû.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar jî kir ku cihê xwecihbûna Berpirsê Ajansa Parastinê, malbat û zarokên wî lê bûn û ev êrîşa han ji hemî nirxên exlaqî, olî û mirovî dûr e, herwesa hêvî jî kir ku tiştên bi vî rengî dubare nebin.

Rêber Ehmed da zanîn jî ku wan daxwaza ronkirinê ji Îranê kiriye daku bersiveke qayilker bide wan, her wiha li gel hikûmeta Iraqê jî li ser xêlê ne û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û berpirsên ewlehî û hewalgiriyê ji roja yekê ve peywendî kiriye û piştgiriya xwe nîşan daye, hevahengî jî hatiye kirin daku bi hev re li gel Îranê vê mijarê nîqaş bikin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di serdana duhî ya Serokê Parlamentoya Îranê Qalîbaf bo Bexdayê de, ev mijar li gel hatiye vekirin û ew li benda ronkirina fermî ya Îranê li ser van êrîşan in.

Li ser mijara vekişîna hêzên hevpeymanan ji Iraq û Herêma Kurdistanê, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hebûna van hêzan li ser daxwaza Iraqê bûye bo rûbirûbûna terorîstan, rewşa ewlehiyê wisa dixwaze ku ev peywendî bi awayekî din bê rêkxistin û daxwaz dikin ti valahiyeka ewlehiyê çê nebe ji ber ku ewlehî karê pêşîn ê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Rêber Ehmed tekez jî kir ku peywendiya wan û Amerîkayê li ser bingehê berjewendiyên hevpar e û got ku ew li gel ti hêzeke navdewletî dijî welatekî deverê ranawestin û berevajî, wan bizav kiriye hevsengiyê û peywendiyan biparêzin.

Li ser sîstema berevaniyê li nav zeviyên petrolê, navborî da zanîn ku hevfêmkirinek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û kompaniyên berhemîner ên petrol û gazê de heye ku ew amade ne vê sîstemê dabîn bikin û hikûmeta Iraqê jî razîbûna xwe diyar kiriye, ev kar jî bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe û li benda pêngavan bileztir ên hikûmeta Iraqê ne.

Di bersiva pirsa peyamnêra Kurdistan24ê Hevrist Receb de, li ser vegera penaberên kurdên bakur ên li kampa Mexmûrê, Wezîrê Navxwe yê Rêber Ehmed ragihand ku vegera wî xelkî û nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê û PKKê li gel hikûmeta Tirkiyeyê hemî bi hev re girêdayî ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya temam a wan nîqaşan dike, daku di demeke nêz de ew xelk vegere ser axa xwe.