Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Festîvala kincên çandî yên Kurdî ji aliyê rêxistina "Kurdistan Foundation"ê ve li bajarê Hewlêrê hat destpêkirin, ku tê de bi rêya kombûna zêdetirî 5.000 kesan bi kincên resen ên Kurdî, bizaveka fermî û dîrokî tê kirin, bo tomarkirina navê Kurdistanê di Pirtûka Rekordên Cîhanî ya Guinnessê de.

Bajarê Hewlêrê îro (Çarşem, 24ê Hezîrana 2026ê) mêvandariya rûdaneka dîrokî û neteweyî dike. Rêxistina "Kurdistan Foundation"ê festîvala kincên çandî yên Kurdî li dar dike, ku tê de bizav tê kirin ku mezintirîn kombûna mirovî bi kincên resen ên Kurdî bê kirin û navê Kurdistanê di pirtûka hejmarên pîvankî yên Guinnessê de bê nivîsandin.

Çalakiyên festîvalê saet 5:00 ê vê êvarê, li qada dervayî Navenda Gencan (Ciwanan) li bajarê Hewlêrê, hatin destpêkirin; tê çaverêkirin ku zêdetirî 5.000 kesan bi kincên resen ên deverên cuda cuda yên Kurdistanê tevlî wê bibin, daku rengîniya mîratê Kurdî bi cîhanê bidin nasandin.

Li gorî karnameya festîvalê, ji êvarê heta saet 7:00 ê tomarkirina navan û pêşangeha kincên resen dê berdewam bibe. Dema yekalîker dê saet 8:00 ê şevê be, ku tê de bernameya serekî ya ser dike û biava fermî bo tomarkirina hejmara pîvankî tê destpêkirin, û biryar e ku saet 8:30 ê şevê encama dawiyê bê ragihandin.

"Kurdistan Foundation" amajeyê bi wê yekê dike ku armanca wan ji vê xebatê tenê şikandina rekordan nîne, belkî parastina mîratê neteweyî, xurtkirina yekrêziya civakî û îlhambexşîn e bo nifşê nû, daku şanaziyê bi nasname û çanda xwe bikin.

Ev festîval wekî fersendeka zêrîn tê dîtin, daku nasnameya Kurdî bi rêya bizaveka navdewletî di pirtûka Guinnessê de deng bide û bala cîhanê bo ser ciwanî û resenatiya kincên Kurdî bikişîne.