Silêmanî.. Bi beşdariya 42 şêwekarên Kurd û Ereb pêşangeheke hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê, 9.emîn Pêşangeha Navdewletî ya "Hawajis" bi sernavê "Reng me di bajarê ciwaniyê de digihînin hev" hat vekirin. Di pêşangehê de berhemên 42 hunermendên Kurd û Ereb hatin nîşandan. 

Pêşangehê îro 16ê Tebaxa 2026an li Galeriya Amne Soreke ya Silêmaniyê dest pê kir. Armanca pêşangehê xurtkirina peywendiyên hunerî yên di navbera hunermendên cuda de û peydakirina derfetekê ji bo pevguhertina ezmûn û ramanan e.

Hunermenda beşdar Tara Şazeman ku bi du tabiloyan beşdarî pêşangehê bûye, ji Kurdistan24ê re ragihand, her hunermendek bi şêwaz û zimanekî taybet hestên xwe vedibêje. Şazeman got: "Reng di tabloyên me de ne tenê amûreke xemlandinê ye. Reng dikarin hestan ava bikin, dem û cih nîşan bidin û daxuyaniyeke derûnî bin. Rengên germ liv û tevgerê, rengên sar jî aramiyê nîşan didin."

Tara Şazeman bal kişand ser giringiya beşdariya jinan di qada hunerê de û diyar kir, jin ne tenê hejmara beşdaran zêde dikin, lê belê bi nêrîn û dengê xwe yê taybet nasnameyeke cuda didin hunerê û beşdarî diyalogên giştî dibin.

Şazeman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, hilbijartina Silêmaniyê ji bo vê pêşangehê giring e, ji ber ku Silêmanî di nava salan de her tim bûye navendeke giring a nîşandana huner û çandê li Kurdistanê. Ev cure pêşangehên navdewletî rê didin ku hunermendên ji neteweyên cuda di bin sîwana hunerê de bigihîjin hev.