Fêkiyên Kurdî li Stenbolê tên firotin
Stenbol (K24) - Ji sêv û gindorên Sêrtê heta îsot û tiroziyên Mêrdîn û Rihayê bi dehan cûreyên fêkî li bazarekî Stenbolê, ku piraniya serdankar û kasibkarên wê Kurd in, tê firotin. Fêkîfiroş ji bazara xwe ya germ keyfxweş in, lê welatî keyfxweştir in. Lewra welatiyên ku nikarin biçin welêt li Stenbolê ji tama fêkiyên Kurdî bêpar namînin.
Mirov ji bo vê bazara Kurdî ya li pişt min bibêje çar demsalên Kurdistanê dê ne pênaseyeke şaş be. Lewra biharê giyayên Kurdî, havîn û payîzê Jî fêkî, û zivistanê jî hişkkiriyên wan bazar dixemlînin. Ka em berê xwe bidinê niha kîjan fêkî bûne xemla bazarê?
Havîn e û ev bazara Kurdî ya li bajarokê Fatîhê yê Stenbolê ye ku piraniya kasibkar û şêniyên wê Kurd in, pirr e ji fêkiyên havînî ku ji bajarên bakurê Kurdistanê hatine.
Ji sêv û gindûrên Sêrtê heta tirozî û şelengoyên Mêrdîn û Rihayê û îsotên Mereşê, te çi fêkiyên Kurdî bivên li vî bazarî bi dest dikevin.
Welatî her çend ji bihabûna nirxê fêkiyên Kurdî gazindan bikin jî, xwe ji tama wan bêpar nahêlin. Li gor hinekan fêkiyên Kurdî tameke xweş heye, li gor hinekan jî şefa ne.
Nirxê fêkiyan li gor sala borî zêde neguheriye. Kîloya gindoran 80, tirozî û şelengo jî bi 130 heta 150 lîreyan tê firotin. Tê çaverekirin ku van rojan tirê jî bikeve nav bazar.