Asteng û kêmasiyên sektora perwerdeyê li devera Şingalê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Sektora perwerdeyê li devera Şingalê ji ber kêmbûna avahiyên dibistanan, nebûna pirtûkan û dewama sêdestî dinale, rêveberê dibistanekê jî daxwaza çareserkirina bilez a van kêmasiyan ji her du hikûmetan dike.
Sektora perwerdeyê yek ji sektorên herî giring e di jiyana mirovan de, lê mixabin li tevahiya Îraqê û xasma jî li devera Şingalê gelek asteng ketine di rêya sektora perwerdeyê de û bi rengekî giştî şagird bûne qurbaniya vê rewşê.
Du perwerde li devera Şingalê hene; yek ji wan perwerdeya Erebî ye ku girêdayî Hikûmeta Îraqê ye û ya dî jî perwerdeya Kurdî ye ku girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Zêdetirî 100 dibistanan li Şingalê hene lê gelek ji wan kevn in û pêdivî bi nûjenkirinê hene. Herwesa gelek gund û komelgehên Şingalê pêdivî bi avakirina dibistanên nû hene.
Piştî rûdana cengê DAIŞê li sala 2014ê û hebûna wê rêkxistinê li devera Şingalê, gelek alozî û malwêranî di hemî warên jiyanê de peyda bûn; yek ji wan jî warê perwerdeyê bû ku gelek dibistan hatin wêrankirin. Piştî rizgarkirina Şingalê jî, bi mixabinî ve arêşe û kêmasiyên wan dibistanan nehatine çareserkirin û dibistanên nû nayên avakirin, di demekê de ku pêdivîtiya deverê bi nûjenkirin û zêdekirina dibistanan heye ji ber ku hejmara şagirdan sal bi sal zêdetir dibe.
Ev zêdetir ji deh rojan e ku perwerdeya girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi dewama xwe kiriye lê perwerdeya girêdayî Hikûmeta Îraqê îro dest bi dewamê kir.
Rêveberê Dibistana Gundê Werdiyê ya Bineretî li Rojavayê Şingalê di derheqa xwandina Kurdî de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Hinek asteng li berdem me hene, xasma jî li dibistanên Kurdî. Ev deh roj in ku dewam vebûye û hîn pirtûkên me negehiştine destên me. Em daxwazê ji Hikûmeta Îraqê û ya Herêma Kurdistanê dikin ku zû pirtûk bigehin ber destên şagirdan daku astengî di rêya xwandina wan de nemînin.”
Rêveberê jêgotî eşkere jî kir: “Li dibistana me sê destên dewamê hene. Li ti deran dewama sêdestî nemaye, cihê me teng e û mîlakê me kêm e. Mamostayên me hîn venegeriyane ser malên xwe û em gelek zehmetê dikêşin heta ku em perwerdeyê bi rê ve dibin.”