Elî Zeydî daxwaza lêkolînê li ser bêrêzîkirina li hemberî ala Amerîkayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Falih Zeydî, fermana pêkanîna komîteyeke lêkolînê li ser bûyera bêrêzîkirina li hemberî ala Amerîkayê ya di dema çalakiyên "Roja Serweriyê" de da û tekez kir ku dê rêkarên yasayî li hemberî tawanbaran bên girtin.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman îro 4ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, Elî Falih Zeydî fermana damezrandina komîteyeke lêkolînê daye, bi mebesta şopandina hûrgiliyên wê bûyerê ku di çalakiyeke Roja Serweriyê de bêrêzî li hemberî ala Amerîkayê hatibû kirin.
Sebah Nûman destnîşan kir, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ew reftar bi tundî şermezar kiriye û tekezî li pabendbûna bi yasa û pîvanên dîplomatîk kiriye. Herwiha serokwezîr ferman daye ku di zûtirîn dem de lêkolîn bi dawî bibin, rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî binpêkeran bên meşandin û encamên lêpirsînê ji bo aliyên peywendîdar bên bilindkirin.
"Roja Serweriyê" boneyeke nû ye li Iraqê ku bi bidawîhatina erkê serbazî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê ve girêdayî ye. Di 30ê Îlona 2026an de erkê serbazî yê hêzên hevpeymanan li Iraqê bi awayekî fermî bi dawî hat û hikûmeta Iraqê ew roj û rojên piştre wekî "Roja Serweriyê" ragihandibû.
Di dema nîşandanên serbazî yên wê boneyê de, hejmarek çekdar û alîgirên Heşda Şeibî bêrêzî li ala Amerîkayê kiribûn û bi wesayîtên leşkerî bi ser alê de derbas bûbûn, ev yek jî bertekên navxweyî û dîplomatîk bi xwe re anîbû.