Nexweşiya “Şivanê Şerqê” li Bakurê Kurdistanê belav dibe
Heta neha 400 nexweşê wê hatine dermankirin, lê hejmareke zêde hê çareserî wernegirtine
K24- Mêrdîn
Nexweşiyeke bi navê Şivanê şerqê li Bakurê Kurdistanê belav dibe û nêzêkê hezar kesî ji penaberên Rojava û Sûriyê jî pê ketine.
Nexweşiya Şivanê Şerqê (Konêra Şerqê)mirovan na kuje, lê belê heger zû nehat derman kirin, dê cihê birîna wî ta mirinê bimîne.
Nexweşiya navborî li Medyada Mêrdînê û di nava kampên penaberên Sûriyê de hatiye vedîtin û ta neha nêzîkî 25 nexweşên wê hatine derman kirin.
Ji aliyekî din ve, hat zanîn ku ji bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê 400 kes bi vê nexweşiyê ketine, kampên penaberan jî 742 kes, lê tenê 244 nexweş hatine derman kirin.
Li gor nêrînên penaberan dibe ku wan ew nexweşî ji nava Sûriyê bi xwe re anî be, ji ber ku li wê derê rêjîma Sûriyê xelkê dikujin û bi rojan laşên wan li erdê dimînin, mêş û pêsî û germa havînê mîkroban belav dikin.
Zarok qurbaniya herî mezinin ya vê nexweşiyê, dibe ku şûna wê nexweşiyê bibe nîşana awerebûnê .