Zincîreyek teqîn Hesekê dihejînin
Ziyanên madî û mirovî yên mezin ketine
K24 - Hesekê
Êvara sêşemê, li bajarê Hesekê sê teqîn çê bûn, ku li gor amarên destpêkê herî kêm 9 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn û gelek ziyanên madî gihêşt avahiyan.
Li gor çalakvanên meydanî ji Kurdistan24 re ragihandine, ku Teqîna yekemîn ku otmbîleke bombekirî li taxa Til Hecer nêzîkî navenda Asayişê û kargeha Sînalko rû da, ku di encamê de kesek hat kuştin û bi dehan jî birîndar in.
Teqîna duyem jî otombîleke bombekirî li taxa Neşwe nêzîkî nexweşxana zarokan teqiya, ku bêtirî 10 kesan birîndar bûn.
Tegîna sêyem jî ku kesên xwekuj li navenda sereke ya artêsa Sûriyê li hesekê xwe teqandin ku di encamê de 8 leşker hatin kuştin û bêtirî 10 leşkeran jî birîndar bû.