Îtaliya biryara vekirina qunsixanliya xwe li Kurdistanê da

Îtaliya pabend e bi piştevaniya leşkerî û rahênankirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

K24 – Hewlêr

Hukûmeta Îtaliya roja biryara da nûneritiya xwe Herêma Kurdistanê bilind bike û bike qunsilxane. Pabendiya xwe bi piştevaniya Pêşmergeyan nîşan da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanek îro belav kir “Serokê Hermê Masûd Barzanî pêşwazî li balyozê Îtalyayê li Iraqê Marco Carnelios kir, rewşên siyasî û ewlehî li Iraqê û rewşên penaberan gotûbêj kirin”

Balyozê Îtalî rola Herêm û gelê Kurdistanê nîşan da li ser pêşketin û geşepêdana ku herêm tê de dijî, sipasiya herêmê ji kir, ji ber pêşwazîkirina hejmareke mezin ji penaberan.

Her wiha biryara welatê xwe ji serokê Herêmê ragehan, bo bilindkirina asta nûneritiya xwe li Herêmê û vekirina qunsilxaniyekê.

Carnelios tekez kir ku welatê wî pabend e bi piştevaniya leşkerî û rahênankirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, herwiha tekezî li ser başkirin û ferehkirina pêwendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê di warên siyasî, aborî û kelturî de kir.

Ji aliyê xwe de serok Barzanî spasiya xwe ji hukûmet û gelê Îtalî re bo alîkariya Pêşmergeyan û vekirina qunsilxanê, derbirand.

Li Herêma Kurdistanê 30 qunsilxane û nûnerêtî yên biyanî hene, ji bilî kompaniyên karker, ev tişt jî tê wateya vekirina li ser cîhana derve û vekirina deriyan li pêş kertê taybetî.