Şandek ji HDP serdana Zargelî dike
Dê lêkolînan li ser zirarên bombebaranê bikin û raporekê kî amade bikin
K24- Navenda Nûçeyan
Şandek ji parlementer û endamên HDP serdana gundê Zargelî, yê ku ji aliyl firokeyên Tirkiyê ve hatibû bombebaran kirin, dike û raporekê jî amade dikin.
Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku biryar e îro, 4ê Tebaxê, derbasî Herêma Kurdistanê bibin ji parlamenter Osman Baydemir, Qedrî Yildirim, Hûda Kaya û Cîgirê Serokê Giştî Nezmî Gur û endama meclisê Xetîce Altinişik pêk tê
Şand wê serdana gundê Zargelî yê roja 1’ê Tebaxê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatî bombebaran kirin bibe.
Ji encama wê bombebaranê 8 welatiyên navçeyê şehîd bibûn û 10 kesên din jî birîndar bibiûn.
Wekîlê serokê koma HDP’ê li Parlamentoya Tirkiyê İdrîs Balûken derbarê serdanê de wiha got: “Ne diyare şand wê çend rojan bimîn. Ev şand wê destpêkê li gundê Zargelî yê hatî bombebaran kirin û sivîlan jiyana xwe ji dest dayî, lêkolînan bike. Piştre ger pêwîst bike, wê ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.”