Projeya Rêya Êtût – Baedrê berî dema xwe ya diyarkirî bidawî dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya stratejî ya Rêya dualî ya Êtût – Baedrê li devereka çiyayî ya asê bi destê karê navxweyî gehiştiye qonaxa dawiyê; endazyarê serperiştyar jî radigihîne ku berî bidawîbûna dema wê ya fermî, ew proje bidawî dide.
Endazyarê Serperiştyarê Projeya stratejî ya Rêya dualî ya Êtût – Baedrê Dilovan Arif bo Kurdistan24ê ragihand: “10 overpas û enderpas di rêya dualî ya Êtût – Baedrê de hatine çêkirin û ji tevaya 27 kîlometreyan, 23 kîlometreyên rêyê hatine temamkirin.”
Dilovan Arif amaje jî kir: “Dema bo temamkirina vê projeyê Tîrmeha sala bê ye, lê em hemî bizavan dikin daku berî wê dema diyarikirî vê projeyê temam bikin. Ev proje tevî ku dikeve devereka çiyayî ya asê, bi temamî bi destê karê navxweyî û bi standardeka bilind a endazyariyê tê bicihanîn.”
Dirêjiya vê rêyê 28 kîlometre ye û paniya wê 12 metre ye, di nav de 10 overpas û enderpas, tuneleka destçêkirî bi dirêjiya 300 metreyan, ligel pireka mezin bi dirêjiya 500 metreyan hene.
Ji ber zehmetiya cihê erdnîgarî yê vê deverê, bi qebareyê 6 hezar metreyên sêca karê birrîna çiyayan û bi qebareyê du mîlyon metreyên sêca jî karê pirrkirina çal û nîşîviyan tê de hatiye kirin.
Herwisa 45 hezar tonên şîşikan û zêdetir ji 4 hezar metreyên sêca konkret di çêkirina pêkhateyên vê projeyê de hatine bikaranîn, û zêdetir ji yek mîlyon û 500 hezar metreyên sêca bi qalindiya 22 santîmetreyan tê qîrkirin. Rojane du hezar karker û yek hezar amûrên cuda cuda bi awayê 24 seetî û bê rawestan kar tê de dikin.