Cara yekem e di nîva payîzê de gola bendava Dukanê tije av e
Navenda Nûçeyan (K24) – Di tevahiya dîroka çêkirina Bendava Dukanê de, cara yekem e ku di nîva werzê payîzê de asta ava gola bendavê bi vî rengî bilind û tije dimîne. Ev rewşa kêmwêne piştî pêlên bihêz ên baranê yên zivistan û bihara borî pêk hat, ku bûbû sedema bilindbûneke berbiçav a asta avê ber bi kinarên golê ve.
Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê Aras Emîn, tevî ku ji meha Hezîranê ve werzê berdana avê ya ji bo pêdiviyên cuda dest pê kiriye, lê ji ber siyaseta birêvebirina avê di nava 5 mehên borî de asta avê tenê 5 heta 6 metreyên stûnî daketiye. Ev dîmen berevajî sala borî ye; sala borî ji ber hişkesaliyê asta ava bendavê daketibû ji sedî 15an û li Derbendî Ranyeyê cotkaran li ser hezaran donim zeviyên binê avê genim, kuncî û zeviyên bistanan çandibûn, lê îsal ji ber tijebûna golê ew derfet ji bo wan çênebûye.
Masîgirê bi navê Osman Ebdulla, ku piraniya temenê xwe li ber Gola Dukanê bi masîvaniyê derbas kiriye, balê dikişîne ser vê guherîna mezin û dibêje: "Di tevahiya dema min a li ser vê deryaçeyê de, min qet nedîtiye ku di werzê payîzê de av bi vî awayî pir be. Salên borî di havînan de av gelekî kêm dibû, roj hebû nîv metre dadiket; lê niha piştî deh rojan jî nîv metre kêm nabe û qeyikên me her li ser avê ne."
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Raperînê Xalid Ehmed jî amaje bi wê yekê dike ku ji ber bilindbûna asta avê, eger baranên payîzê dest pê bikin, bendav dê di demeke kurt de tije bibe.
Ehmed got: "Eger çar-pênc rojan li ser hev baraneke baş bibare, bêguman dê bendav gelekî zû tijî bibe, ji ber ku asta avê pir daneketiye. Dibe ku di rewşeke wiha de pêwîst bike plana birêvebirina bendavê bê guhertin û rêjeya berdana avê zêdetir bibe, da ku av bi rêkûpêk bê kontrolkirin."
Pisporên keşnasiyê û rêveberiya bendavan pêşbînî dikin ku eger rêjeya barîna baranê ya îsal jî mîna ya sala borî bigihîje navbera 1,200 heta 1,400 mîlîmetreyan, dibe ku Bendava Dukanê hîna di serê meha Çileyê de bigihîje lûtkeya herî dawî ya tijebûnê û dest bi sereçûnê bike.