Amerîkayê welatên Kendavê derbarê êrîşa li ser Îranê de agahdar kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Amerîkî "The Wall Street Journal" aşkere kir ku Amerîkayê xwe ji bo operasyoneke leşkerî ya nû û dijwar a li dijî Îranê amade dike û hişyarî daye çend welatên Kendavê ku xwe ji bo encamên wê amade bikin.

Jêderên agahdar ji rêkeftin û gotûbêjan ji rojnameyê re ragihandine, rayedarên Amerîkayê bi rêya kanalên leşkerî û dîplomatîk ji hevalbendên xwe yên li Kendavê re gotine, pêwîst e xwe ji bo "operasyoneke leşkerî ya kurt û dijwar" a piştî hilbijartinên navberê yên Amerîkayê amade bikin.

Li gorî heman zanyariyan, armanca vê operasyonê ew e ku şiyanên serbazî yên Îranê bên lawazkirin û ew welat bê neçarkirin ku vegere ser maseya danûstandinan. Ji aliyê din ve, ji bo rûbirûbûna her bertekeke Îranê û bihêzkirina parastina asmanî ya Îsraîlê, artêşa Amerîkayê sîstema mûşekên Patriot ji bo Tel Avîvê veguhestiye.

Ev pêngav di demekê de tên avêtin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump berê çend caran hişyarî dabû ku eger li ser bernameya atomî ya Îranê lihevkirinek çênebe, egera pêkanîna êrîşeke nû ya berfireh a piştî hilbijartinan gelekî bihêz e.

Beriya niha jî di 28ê Sibata 2026an de, Amerîka û Îsraîlê êrîşeke hevbeş û berfireh a leşkerî li ser Îranê dabûn destpêkirin ku di encamê de şerekî 40 rojî rû dabû û agirê pevçûnan li seranserê Rojhilata Navîn belav bûbû.

Di wî şerî de, Îranê bi rêya mûşek û dronan baregehên Amerîkayê û hinek welatên Kendavê kiribû armanc û astengî li pêşiya çûnûhatina keştiyên petrolê yên li Tengava Hurmizê peyda kiribû.

Tevî ku di 8ê Nîsanê de agirbesteke demkî hatibû ragihandin, nakokiyên sereke yên li ser dosyaya atomî û Tengava Hurmizê nehatin çareserkirin û metirsiya nûbûna şerekî mezin hîna jî berdewam e.