ENKS dixwaze Pêşmergeyên Rojava derbas bibin
Civîn li ser rewşa siyasî û leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê bi rêve çû.
K24-Navenda Nûçeyan
Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxaza derbas bûna Pêşmergên Rojava ji Barzanî dike.
Şandekê ENKS'ê bi serokatiya Brahîm Biro îro çarşemê 05.08.2015 li Pîrmam digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civyan.
Civîn li ser rewşa siyasî û leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê bi rêve çû.
Barzanî di kombûnê de gringî da yekbûna dengê hemû aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, jibo bikarin bi yek dengî rûbirûyê çekdarên DAIŞê bibin .
Şanda Rojava jî balkişande ser vegera Pêşmergeyên Rojava û ji Barzanî xwestin ku di zûtirîn demî de Pêşmerge derbasî welatê xwe bibin.
Herweha şandê behsa girtina siyasetmedar û çalekvanan ji alyê PYDê ve û riyên rawestandina vî karî kirin.