Wezareta Çandiniyê: Salane zêdetirî 3 milyar hêk bo bazarên Iraqê tên hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber zêdebûna berhemên navxweyî ji asta pêdiviyê, bi nivîseke fermî daxwaz ji tevahiya wezaretan kir ku ew kompanyayên peyman bi wan re hene, neçar bikin berhemên xwemalî bikar bînin û berhemên biyanî hawirde nekin.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê Qehreman Qadir îro 28ê Cotmehê ji Kurdistan24ê re ragihand, ev pêngav ji bo parastina berhema navxweyî ye da ku zêdehiya berhemên li bazaran zû bê firotin û xwediyên kargeh û kêlgehan zirarê nebînin.

Kerta berhemanîna goştê mirîşkê û hêkan li Herêma Kurdistanê di salên dawî de geşedaneke stratejîk a berbiçav bi xwe ve dîtiye û bi temamî gihîştiye asta xwebijêwiyê. Li gorî amarên fermî, berhema salane ya hêkan gihîştiye derdora 4.5 milyar hêkan û berhema goştê mirîşkê jî sê qatî pêdiviya navxweyî ye. Vê serkeftinê rê xweş kiribû ku salane zêdetirî 3 milyar hêk û 350 hezar ton goştê mirîşkê ji bo parêzgehên din ên Iraqê bên şandin.

Lê belê, ligel vê geşepêdanê, vê kerta di dema dawî de rûbirûyî astengiyeke giran bûye. Sedema sereke jî biryara hikûmeta federal a Bexdayê ye ku baca gumrikê ya li ser berhemên hawirdekirî, bi taybetî ji Tirkiye û Îranê rakiriye. Ev biryarê bûye sedema nîgeraniyeke kûr li cem Wezareta Çandiniyê û sermayedarên navxweyî; ji ber ku bazara herêmê bi kelûpelên erzan ên biyanî hatiye dagirtin û şiyana pêşbirkê ya berhemên herêmî gelekî kêm bûye.

Ji bo rêgirtina li vê rewşa neyînî û dabînkirina bazareke ewle ji bo berhemên xwemalî, Wezareta Çandiniyê dixwaze bi rêya girêbestên hikûmî (wek dabînkirina xwarinê bo hêzên ewlehiyê, nexweşxane û girtîgehan) piştgiriya berhemhêneran bike û rê nede ku projeyên stratejîk ên Herêma Kurdistanê rastî têkçûnê bên.