PYD: Ebdulhemîd Derwêş bêbext û mafxwar e
Derwêş jî gotibû hikûmeta Suriyê bi awayek aşkere alîkariya PYDê dike.

K24-Navenda Nûçeyan
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû li Suriyê Abdulhemîd Derwêş weke kesekî bêbext û mafxwar wesif dike.
Piştî ku Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû li Suriyê Ebdulhemîd Derwêş ji rojnameya Şerq el Eswed re ragehand ku hikûmeta Suriyê bi awayek aşkere alîkariya PYDê dike, hikûmeta bicîkar a PYDê derbarê gotinên Derwêş de daxuyaniyek belavkir.
PYDê ragehand ku ''Hecî Derwêş keda şehîdan binpê dike û ew kesekî bêbexte, dixwaze destkeftiyên Rojava wêran bike.
Li ser heman bebatî Berpirsê Partiya Demokrata Pêşverû Ednan Ebdo got ku, ew tenê tiştên dibînin dibêjin, wiha jî PYD li xwe aşkera dike ku bingehê cemawerî li cem wan nemaye.