Barzanî helwesta xwe ragehand
Barzanî 3 pêşniyarên giring jî danî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê kirîza şêwazê hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê û nakokiyên di navbera aliyên siyasî de helwesta xwe eşkere kir û pêşniyar kir ku ev mijar bi rapirsiya gel bê çareserkirin. Barzanî herwiha bo dawî anîna krîza siyasî jî 3 şert nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Yekşem 09/08/2015 bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêmê hate weşandin, helwesta xwe ya derbarê kirîza şêwazê hilbijaritina Serokatiya Herêmê de ragihand.
Barzanî diyar kir ku beriya niha jî gotiye heger aliyên siyasî beriya 20’ê Tebaxê di vê mijarê de negehin tifaq û rêketinekê ew dê helwesta xwe aşkere bike. Lê belê xuya bûye ku alî negehiştine tifaqê û hindek alî jî sorin li ser sazkirina qeyranan. Ji lewra hewce dibîne ku helwestê xwe derbibre.
Mesûd Barzanî got: “Çareserkirina pirsgirêkan bi xwesepandinê û şêweya kodetayê ti caran nagehe encamê û herwiha nayê qebûlkirin jî.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî raperîna sala 1991’ê li Koyê ragehandiye ku divê êdî hilbijartin bêne kirin yasayên şoreşgerî cihê xwe bidin yasayên hilbijartinan û got: ''Şanaziyê bi wê yekê dikim ku min ji bo demokrasiyê xebat kiriye û di Kurdistanê de yek ji wan kesên yekem bûme ku banga hilbijartinên demokratîk kiriye. Şanazî bi wê yekê dikim ku min gotiye nabe kes li Kurdistan ji yasayan mezintir be. Di dirêjahiya karê xwe yê yasayî de pabendê vê yekê bûm û min hewl da serweriya yasayan bê çespandin.”
Barzanî ragihand ku di hemû qonaxên xebatê, hemû bûyer û berpirsyariyên şoreşgêrî û fermî de ligel gelê Kurdistanê û neteweya Kurd rastgo bûye. Barzanî tekez dike ku ji ber rewşa hesas û berjewendiya giştî nikare hemû ratsiyan niha bêje, lê wî herdem xwe berpirs dîtiye ku ji gel re dibêje.
Barzanî behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û dilgiraniya xwe li hember rewşa niha ya navxwe anî ziman. Jiber vê krîzê ku gelê Kuridstanê pê ve tê mijûkirin, dixwaze hinek ratsiyan ji gelê Kurdistanê re aşkere bike.
Mesûd Barzanî got ku ew kesên niha ji bo guhertina sîstema hilbijartina serokatiya herêmê pirsgirêkan derdixin û dibêjin bila parlamen serokhilbijêre, di sala 2005’ê de jî bi israr digotin divê serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin, jiber ku parlamenter rastê îhracê dibin û newêrin bi azadî dengê xwe bidin. Jiber vê yekê jî di sala 2009’ê de sîstema hilbijartina serokê herêmê hatiye diyarkirin ku ji aliyê gel ve bête hilbijartin.
Barzanî ragehand ku ewên niha dixwazin dubare vê sîstemê biguherin mebestên wan ên şexsî û siyasî hene û wiha pêde çû: ”Wê nefesa ku xwest di 23’ê Hezîranê de li parlamenê xwe bisepîne, xwedî niyetek têkdana tifaqê bû. Jiber ku beriya hemûyan di 16/7/2013 me ji parlemenê daxwaz kir ku li ser pirojeya destûrê tifaqê bikin.”
Barzanî di berdewamê de rexne li wan aliyan kir ku vê qeyranê kûr dikin û got ku dixwazin rastiyan berovajî bikin û ji xelkê re wesa bidin xuyandin ku ew li dijî demokrasî û yasayanin.
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî daxuyand ku beriya niha jî bi beşdariya 36 hîzban reşnûsa destûra herêma Kurdistanê hatibû amadekirin û di parlamenê de jî bi 96 dengan hatibû erê kirin lê ew kesên ku niha berpirsê vê qeyranê ne, nexwestin destûr bikeve ber rapirsiya gel û têk dan.
Barzanî got: ”Ewên ku bi rik û kîn hizir dikin daxuyanî didan û digotin; çawa projeya destûr hilweşand heman awayî wan naçar dikin ku yasaya serokatiya herêmê jî bê guhertin. Heger ne, divê li Hewlêrê jî wan der bikin. Di demekê de hemû rewş pir asayî bû lê pêwîstiya vê aloziyê kirin.”
Barzanî cardin rexne li helwesta rûniştina roja 23’ê Hezîranê girt û got: ”Di sala 2004’ê de me rê neda ku bi federaliya parêzgehan Kurdistan bê perçekirin, niha jî rê nadin bo perçekirinaxak û gelê Kurdistanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê di dirêjahiya peyama xwe de behsa gera xwe ya li Amerîka û Awropa jî kir û diyar kir ku cara yekem bo serxwebûna Kurdistanê asoyek diyar bûye ku gelê Kurd salên dirêje bo vê xebatê dike, lê hindek kes hene dibêjin heger ev xewn bi destê Mesûd Barzanî pêk bê me navê. Barzanî got ku kesek din vê pêk bîne ewê spasdarê wan be.
Barzanî di daxuyaniya xwe ya de daxwaz ji hemû partiyên nava hikûmetê û parlamentoyê kir ku lezê bikin û li ser çareserkirina kirîza serokatiyê bi lihevkirinê rêkevtinê bikin bi awayekê ku di berjewendiya gel û niştîman de be.
Derbarê sîstema desthilatdariyê li Başûrê Kurdistanê de jî Barzanî got: ''Sîstema Kurdstanê parlemanî ye û ew yek gelek bi zelalî di madeya 1 a reşnivîsa proejeya destûrê de jî hatiye. Dibe ku nêrînên cuda li ser şêweya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê hebe. Li ser şêweya hilbijartina serok, ez pêşniyar dikim ku gel wê mijarê yekalî bike û refrandum bê kirin li ser şêweya hilbijartina serok. Jiber ku hemû xelkê Kurdistanê ne hizbî ne û nabe mafê xelkê were binpêkirin.''
Mesûd Barzanî pêşniyar kir ku pirsa şêwazê hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya rapirsiyê bê yekalîkirin û bo çareserkirina wê pirsê ji gel were pirsyarkirin.
Barzanî debarê çareserkirina kirîza kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî 3 pêşniyar kirin:
''Yekem: Bo çareserkirina pirsgirêkan, xwesepandin û şêweya kodetayê ti encamek nabe û nayê qebûlkirin.
Duwem: Hemû partiyên nava hikûmetê û parlamentoyê lezê bikin bigehin rêkevtinekê û li ser çareserekê lihev bikin ku di berjewendiya gel û niştîman de be.
Sêyem: Heger alî negihîştine lihevkirinê, pêwîst e em ber bi hilbijartina pêşwext ve herin.''
Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de ji Pêşmergeyan jî xwest ku krîza siyasî û pirsgirêkên navxweyî karîgerî li ser moralê wan neke û tesîr li ser sekna wan a hemberî dijminan neke.