Amerîka: Barzanî bo vê qonaxê gelek grîng e
3 pêşniyaran pêşkeşî YNK û Goranê dike
K24- Hewlêr
Şandeke Amerîkî pêşniyara mana Barzanî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de dike, herwiha bi YNK û Tevgera Goranê radigehîne ku “mana Barzanî di vê qonaxê de gelek girîng e.”
Di raporeke heftenameya Bas de îro, 11ê Tebaxê, hatiye ku, di civîna 8ê mehê de ya ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê li Silêmaniyê, şanda Amerîkî behsa pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û mana Mesûd Barzanî di wê postê de kirine.
Heftenameyê li ser zarê “çavkaniyeke taybet” belav kiriye ku, şandeya Amerîkî 3 pêşniyar derbarê pirsa serokatiyê de pêşkeşî YNK û Goranê kiriye, ew jî evin:
Amerîka bi dudilî li wê rêzbendiya siyasî ya di navbera YNK, Goran û Komela Islamî ya Kurdistanê de dinêre, ku sîmayeke nêzîk ji Îranê pêve diyar e.
Amerîka bi dudilî li wan hewldanan dinêr ku bêhna sîstema du rêveberiyê li Herêma Kurdistanê jê tê.
Amerîka dibîne ku, Serokê Herêma Kurdistanê di karên serkirdayetîkirinê û dîplomasiya qonaxa şerê li dijî DAIŞê û hevpeymaniya ligel Amerîkayê de serkeftî bû, lewma mana Barzanî di postê de bi girîng dide zanîn, bi taybetî heta niha Washington nizane ku kesê piştî Barzanî bê, kî ye.
Şandeya Amerîkî ji Cîgirê Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Navîn, Bertt Mcgurk, Balyozê Amerîja li Iraqê Stewart Jones û konsulê wî welatî li Hewlêrê, Matihas Metman pêkhatibû.