Teqîneke mezin Bexdayê dihejîne
260 kes bûne qurbanî
K24-Navenda Nûçeyan
Li Bexdaya paytexta Iraqê teqîneke mezin çêbû û “260” kes bûne qurbanî.
Li gor ku ajansa Reutersê li ser zarê çend çavkaniyên fermî yên Iraqê ragehandiye, teqîn bi rêya otombîleke barhilgir a bombekirî bû, ku sibeha îro, 13ê Tebaxê, li bazara “Elwa Cemîle” ya bajarê Sedir li rojhilatê Bexdayê çêbûye.
Li gor Reutersê, ji encama wê teqînê 60 kuştî û 200 birîndar hene.
Heta niha jî ti aliyekî berpirsyariya xwe ji wê teqînê ranegehandiye, lê beriya niha DAIŞê berpirsyariya xwe li ser karên bi wî cûrî anîbû ziman.