Hekarî wek herêmeke leşkerî hat ragehandin
Bo parastina ewlehiya Tirkiyê herêmeke leşkerî radigehîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Desthilata Tirkiyê herêma Hekariyê li Bakurê Kurdistanê bo heyama14 rojan wek “herêmeke leşkerî” radigehîne.
Di daxuyanekê de wîlayeta Hekariyê duh, 12 Tebaxê, ragehand “Desthilatên Tirkiyê wîlayeta Hekariyê wek herêmeke leşkerî ragehand, bo parastina ewlehiya giştî û gefên tundûtîjiyê.”
Roja duşema borî Gerîleyên PKKê li Hekariyê helîkoptêrek artêşa Tirkiyê armanc kiribûn, di encamê de leşkerek birîndar bûbû, pişt re jî ji ber birînên xwe, jiyana xwe ji dest da.
Ew biryarê dê li devera Gurkavak û Varagoz ên li Geverê ji îro 13ê Tebaxê de dest pê dike, ku hatin û çûn qedexekirî ye, herweha daxuyaniyê hişyarî daye welatiyên herêmê ku serdana wan her du deveran nekin.
Li aliyekî din ve, wîleyeta Batmanê di daxuyanekê de ragehand ku hêzên ewlehiyê 7 kes bi gûmana endamên PKKê ne, girtin.
Piştî teqîna bajarê Pirsûsê 24 Tîrmehê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) rawestandina agirbestê ragehand, pişt re jî operesyonên leşkerî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê KCKê ve rû dan. Erdogan jî soz da ku bi tundî operesyonên leşkerî li dijî Gerîlayan KCKê pêk bîne.