Li Agiriyê 3 kes hatine kuştin, 2 kes ji wan sivîlin
Waliyê Giyadînê dibêje ew gerîlayên PKKê ne lê rêvebirên herêmê dibêjin ew xelkê sivîlin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Agiriyê Giyadînê şevê din li dijî baregaha jendermeyan êrîşêk çekdarî pêk hat. Piştî vê êrîşê leşkeran gule reşand û di encam de 3 kes kuştin. Di nava kesên hatine kuştin de Orhan Aslanê 16 salî û Muhammet Aydemîrê 15 salî jî hene.
Li navçeya Agiriyê Giyadînê doh bişev di demjimêr 21:00î de li dijî baregaha jendermeyan êrîşek çekdarî pêk hat. Hate gotin ku ev êrîş ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye encamdan.
Piştî êrîşê polîsên tîmên taybet di navenda navçeyê de 3 kes kuştin. Diyar bû ku di nava kesên hatine kuştin de herdu ciwanên vê navçeyê, Orhan Aslanê 16 salî û Muhammet Aydemîrê 15 salî jî hene. Cenazeyê herdu zarokan ji bo lêkolînê şandine Erzeromê.
Piştî van bûyeran xelkê Giyadînê ji bo nerazîbûna xwe derbibrin îro dukanên xwe venekirin.
Waliyê Agiriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew kesên hatine kuştin gerîlayên PKKê ne û cilên leşkerî liber wan bûye û herwiha çekdarbûne.
Lê belê Serokê Baroya Parêzerên Agiriyê Alî Artuk daxuyand ku herdu zarokên bi nave Orhan û Mihemed xelkê Giyadînê ne û di firinekê de danê şev kar dikirin.
Herwiha Parlamenterê HDPê yê Agiriyê Dirayet Taşdemir jî diyar kir ku cihê pevçûnê û firin ji hev dûr in. Piştî pevçûnê polis hatine û bi awayek zanebûn li ber firinê herdu zarok kuştine.
Taşdemir diyar kir ku şahidê vê bûyerê hene û herwiha kamerayên mobese yên kolan û firinê jî hene. Eşkereye ku herdu zarok bi qestî hatine kuştin.
