Barzanî: Em nahêlin bihostekê xaka Kurdistanê li jêr destê terorîstan bimîne
Wê Şingal bê azadkirin û vegere ser Herêma Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyand ku ji bo rizgarkirina wan Êzdiyên ku DAIŞê revandiye, çi pêwîste ji aliyê hikûmetê ve wê bê kirin. Barzanî got: ‘’Wê Şingal were rizgarkirin û bikeve ser Herêma Kurdistanê jî.’’
Îro Pênşem 13/8/2015, serê sibê li mezargeha Şerefdîn li binya Çiyayê Şengalê rêwresmek ji bo xakspartina termê 67 şehîdên Kurdên Êzdî, ku bi destê rêxistina DAIŞê hatibûn şehîdkirin, birêve çû.
Di rêwresmê de Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û civata rohanî û hejmarek berçav ji kesayetiyên ayînî yên Êzdî, Misliman, Mesîhî û herwiha xizmên şehîdan, wezîr, parlamenter û berpirsên îdarî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di rêwresmê de gotarek pêşkeşkir û behsa karesata ku li ser xelkê Kurdên Êzdî de hatiye kir û got ku dijmênên gelê Kurd xwestin Kurdên Êzdî qir bikin, lê bi qurbanî û xebata Kurdên Êzdî û hemû pêşmergeyan wê Kurd bigehin serkeftinê. Barzanî diyar kir ku wê Şingal û devrûberê wê ji destê terorîstan bê azadkirin û vegere ser Herêma Kurdistanê jî.
Barzanî got: ‘’Nabe tenê yek bihostek axa Kurdistanê jî li jêr destê dijminan de bimîne. Xwîna şehîdan û nalîn û firmêskên dayik û xwîşkên Êzdî wê bibe hêwina serkeftinek mezin bo hemû Kurdistanê, bi taybet jî wan deverên ku Kurdên Êzdî lê dijîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eve jî dubare kir ku ji bo rizgarkirina wan Kurdên Êzdî yên di destê DAIŞê de çi pêwîst be wê bê kirin û diyar kir ku ji bo vê karê ofîsek taybet hatiye avakirin û heta niha 2058 kes hatine rizgarkirin.
Barzanî herwiha ragehand ku di asta navdewletî de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tîmek taybet bi serokatiya Mehmûd Hecî Salih Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan damezrandiye bo wê yekê tawanên li dijî Kurdên Êzdî hatine kirin, li ser asta navdewletî wek jenosîd bidin nasîn.
Nêçîrvan Barzanî di berdewama gotara xwe de behsa pêkvejiyana hemû netewe û olên Kurdistanê kir û weke tabloyek ciwan wesif kir û got: ‘’Ev tablo serkeftina gelê Kurde.’’
Piştî axaftinan termê 67 şehîdan li Qebristana Şehîdan hatine veşartin.