Li Hekariyê “6” leşker hatin kuştin

Di şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKK û Artêşa Tiriyê de li Hekariya Bakurê Kurdistanê, 6 leşker hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Di şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKK û Artêşa Tiriyê de li Hekariya Bakurê Kurdistanê, 6 leşker hatine kuştin.

Li gor çavkaniyên ewlehî û leşkerî yên Tirkiyê duh, 14 Tebaxê, ragehandine ku di şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de 6 leşker hatine kuştin û 8ê din jî birîndar bûne, lê Artêşa Tirkiyê ragehandiye ku 3 leşkerên wan di wan pevçûnan de hatine kuştin.

Tirkiyê ji aliyê xwe de du eniyên şer ragehand ku eniya yekem li dijî PKKê li Bakur û Başûrê Kurdistan, ya din jî li dijî DAIŞê li Sûriyê, lê ta niha şerê wê bêtir li dijî gerîlayên PKKê ye.

Ji aliyekî din ve, li Bîngolê jî leşkerekî Tirk ji encama teqîna mayînekê hat kuştin, herwiha di operesyona artêşa Tirkî ya piştî teqînê de jî 2 gerîlayên PKKê jiyanên xwe ji dest dan. 

Piştî teqîna Pirsûsê ya ku 32 xortên Kurd û Tirk tê de bûn qurbanî, û ragehandina agirbestê ji aliyê Pkkê ve, 34 ji leşker û polîsên Tirkiyê hatine kuştin.