Firoketên Hevpeymanan pêgehên DAIŞê li Til Birakê wêran kirin
Firokeyên hevpeymaniya navdewletî li parêzgeha Hesekê bi tundî pêgehên DAIŞê bombebaran kirin.
K24 – Hesekê
Firokeyên hevpeymaniya navdewletî li parêzgeha Hesekê bi tundî pêgehên DAIŞê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro, 15 Tebaxê, ragehand ku firokeyên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Til Birakê êrîşî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) kirin û ziyanên mezin gehandin wê rêxistinê.
Li gor Rewangehê, ziyanên mirovî yên mezin gehane çekdarên DAIŞê, lê ew ziyan bi hejmar neda zanîn.
Çend meh in şer û pevçûn li gundê Til Birakê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê berdewam in.