Huseyin Yılmaz: Em dixwazin Elewî azad bibin

Serokê Giştî yê Konfederasyona Elewiyên Ewropayê Huseyin Yılmaz û şandeya ligel wî serdana Hevseroka HDPê Figen Yûksekdag kirin, tekez kir jî ku, ew dixwazin Elewî azad bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Konfederasyona Elewiyên Ewropayê Huseyin Yılmaz û şandeya ligel wî serdana Hevseroka HDPê Figen Yûksekdag kirin, tekez kir jî ku, ew dixwazin Elewî azad bibin.

Huseyin Yılmaz û Figen Yûksekdag duh, 14 Tebaxê, derheqê mijara pêknehatina hikûmeteke hevpeymanî de di konferensekî rojmanevanî de, rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu girtin.

Figen Yûksekdag ragehand “AKP û CHP'ê hikûmeteke hevpeymanî danemezrandin. AKP bi wê helwestê tevdigere ku welat ber bi qeyranekê dibe ku Tirkiye ketiye qeyraneke siyasî û aborî.” 

Huseyin Yılmaz jî got nameya me ya berî 7 Huzîranê çi bû ewê niha jî ew be û got “Baweriya me ew e ku AKP êdi ji desthilatê bikeve. Elewiyên Tirkiye di bin zextan de ne. Em dixwazin Elewî azad bibin. Em bi Serokê Giştî yê CHP'ê re jî civiyan. Hilbijartinek çêbibe em ê piştgiriye bidin bloka azadiyê.”

Di hilbijartineke peşwext de HDP wê dîsa lihevkirineke xurt pêk bîne û her wiha HDP'ê bi wergirtina vê piştgiriya îro xebatên xwe da destpêkirin.