“Rêveberiya Rojava” nûnertiya xwe li Silêmaniyê vedike

Yekem nûnertiya rêveberiyê li derveyî Roajavyê Kurdistanê ye

K24- Silêmanî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê yekemîn nûneratiya xwe li Silêmaniyê vekir, Mela Bextiyar jî dibêje ku ew dê li ser piştgirîkirina Rojava berdewam bin.

Duh, 15ê Tebaxê, bi amadebûna Berpirsê Desteya Rêveber a Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiya û endamê civata wê ya navendî Adil Murad, Rêveberiya Xwesriya Demokratîk nûneratiya xwe li Silêmaniyê vekir.

Ew yekemîn nûneratiya rêveberiyê ye ku li derveyî Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin.

Her yek ji berpirsê desteya karûbarên derve li Kantona Cizîrê, Ebdulkerîm Omer û cîgira wî Emîne Osê di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de Mela Bextiyar tekez kir ku, ew wekê YNK dê li ser piştgiriya “şoreşa Rojava” berdewam bin.

Rêveberiya xweseriya demokratîk roja 21ê Çile li Cizîrê, 27ê Çile li Kobanê û 29ê Çileya 2014an li Eferîn hatiya ragehandin, lê hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di wê rêveberiyê de ne beşdarin.