Barzanî daxwaza çareserkirina krîzê ji aliyên siyasî dike
Roja 20ê Tebaxê bo encamdana hilbijartinên serokatiyê hatiye diyarkirin
K24-Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, daxwaz ji aliyên siyasî dike ku, beriya 20ê Tebaxê bicivin û biryrê li ser her tiştê ku “bibaş bizanin” bo çareserkirina krîza pirsa serokatiyê, bidin.
Roja Çarşema bê, 19ê Tebaxê, erkê Mesûd Barzanî di potsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bidawî tê, li gor yasayê jî roja 20ê mehê bo encamdana hilbijartina serokatiyê hatiye diyarkirin.
Di vê derbarê de îro, 16ê Tebaxê, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir ku têde hatiye: “Ji bo derbasbûn ji vê krîzê, daxwaz ji hemû partiyên di nava hikûmet û parlementoyê û ew yên ku mohleta wan ya yasayî heye dikim ku, beriya 20ê Tebaxê bicivin û her tiştê bibaş bizanin û bo berjewendiya welat û bidawîanîna krîzê ye, biryar li ser bidin ji bo ku were cîbicîkirin.
Herwiha Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dike ku “Ji bo derbasbûn ji vê krîzê, daxwaz ji hemû partiyên di nava hikûmet û parlementoyê û ew yên ku mohleta wan ya yasayî heye dikim ku, beriya 20ê Tebaxê bicivin û her tiştê bibaş bizanin û bo berjewendiya welat û bidawîanîna krîzê ye, biryar li ser bidin ji bo ku were cîbicîkirin.”
Lê heta niha aliyên siyasî negehiştine ti rêkeftrinekê ji bo çareserkirina pirsa serokatiyê, hilbijartina serok ji aliyê gel yan parlementoyê, desthilatên serok û sîstema hikumraniyê li Herêma Kurdistanê, lewma niha krîzeke siyasî ya dijwar peyda bûye.
Barzanî sala 2005an di ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve bo posta Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Adara sala 2009an Barzanî carek din ji aliyê gel ve ji bo heman postê hatiye hilbijartin.
Li gor yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her kes dikare bo du xulên çar salî bo posta serokatiyê xwe birbijêr e.
Roja 30ê Hezîrana 2013 li gor rêkeftinekê di navbera Yekîtiy Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî bo heye du salan rêkeftibûn.
Beriya niha jî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê ragehandibû ku, karîna wê nîne ku hilbijartinên serokatiyê roja 20ê Tebaxê lidar bixe.
PDK niha li ser wê yekê rijde ku Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin.
YNK û Tevgera Goranê jî dixwazin ku hilbijartin di nava parlementoyê ve birêve biçe.