Li Efrînê 2 çekdarên el-Nusrayê hatine kuştin
Çekdarên Eniya el-Nusrayê êrîşî gundê Dêr Belûtê yê herêma Efrînê kirin û gule bi ser gundiyên sivîl de berdan.
K24 – Efrîn
Çekdarên Eniya el-Nusrayê êrîşî gundê Dêr Belûtê yê herêma Efrînê kirin û gule bi ser gundiyên sivîl de berdan.
Îro danê sibê, 16 Tebaxê, çekdarên Eniya el-Nusre êrîşî ser gundê Dêr Belût yê navçeya Cindirêsê kirin, şervanên YPGê jî rûbirûyê wan bûn û di encama şer û pevçûnan de 2 çekdarên hatin kuştin.
Li gor çavkaniyên ji herêma Efrînê diyar kirine, çekdarên Eniya el-Nusrayê gule bi ser malên welatiyên gundê Dêr Belûtê de berdan, li gor wan çavkaniyan jî ti ziyanên canî li wî gundî neketine.
Ji aliyekî din ve “Desteya Şeriî” ya li herêma Ezazê ragehand ku, wan hemû rêyên tên bajarê Efrînê bi behaneya ku Hêzên Asayîşê xelkê Ezazê digirin, girtine.
Bajarê Ezazê li rojhihatê Efrînê bi 15 K.m dikeve, di hefteya borî de çekdarên Eniya al Nusra li Ezazê hêza xwe zêde kir û ji bo dorpêçkirina Efrînê biryara girtina rêyên Efrînê da.