Ebadî 11 wezaretan hildweşîne

Dê tevlî wezaretin din bibin

K24- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê fermana hilweşandina 11 wezaretên hikûmetê derkir, dê ew jî tevlî wezaretên din bibin.

Di çarçoveya proseya çaksazî û nehiştina gendeliyê li Iraqê de, Heyder Ebadî duh, 16ê Tebaxê, 11 wezîr ji ser karên wan rakirin û wezaretên wan jî hilweşandin.

Li gor wê biryarê, wezaretên jînge, mafên mirovan, karûbarên jinan, karûbarên parêzgehan, zanist û teknolojya û geştuguzar û şûnwar û çendên din jî hatine hilweşandin.

Hikûmeta Iraqê ji 33 wezaretan pêk dihat, piştî biryara Ebadî jî hejmar bû 22 wezaret.

Roja 9ê Tebaxê Ebadî plana xwe pêşkeş kiribû, encûmen wezîran û Parlementoya Iraqê jî pesend kiribûn.

Fly Erbil Advertisment