Kerkûk.. tê daxwazkirin ku hêzeke hevpar bo pirkirina valahiya ewlehiyê bê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi hevahengî ligel hêzên Pêşmergeyan operasyoneke leşkerî ya berfireh bo pişkinîn û paqijkirina çend deverên sînorî yên parêzgeha Kerkûkê ji paşmayiyên rêxistina terorîstî ya DAÎŞê dest pê kir. Armanca sereke ya vê operasyona hevpar birrîna rêyên hatin û çûnê û têkdana penagehên DAÎŞê di çend deverên hestiyar de ye, ku pêştr çekdarên terorîst li wan cihan xwe heşar daye û tevger hebûne.

Li ser girîngiya vê pêngavê, Endamê Lîjneya Asayîş û Berevaniyê li Parlamentoya Îraqê Mazin Xerîb bo Kurdistan24ê ragihand: "Viyaba di zûtirîn dem de du lîwayên hevpar di navbera Pêşmergeyan û Artêşa Îraqê de hatibam çêkirin ji ber ku valahiya ewlehiyê li wan deveran bûye xetereka mezin li ser jiyana welatiyan." Tekez jî dike ku çareseriya bingehîn bi dîtina lîjneya wan tenê pirrkirina wan valahiyan bi hêzên hevpar ên Pêşmergeyan û Artêşa Îraqê ye.

Ji aliyekî din ve jî, Lîjneya Ewlehiyê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê raporteke xwe ya fermî pêşkêşî Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgehê kiriye. Di vî warî de, Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Neşet Şawîs ragihand ku li nik wan yekane rê bo çareserkirina rewşê çêkirina hevahengiya temam di navbera Pêşmergeyan û Artêşa Îraqê de ye.

Tevî ku car bi car hêzên ewlehiyê yên Îraqê operasyonên leşkerî li wan deveran dikin lê li gorî gotina berpirsan, piştî vekişandina hêzan carake din dibin cihên penabirin û tevgerên çekdarên DAÎŞê. Bi taybetî di dema du hefteyên borî de, çekdarên DAÎŞê dest bi tevgerê kiriye û sê kamerayên herarî yên hêzên Îraqî di valahiya ewlehiyê de pûç kirine.

Li gorî amarên fermî, tenê di sînorê Kerkûkê de 170 kîlometreyên valahiya ewlehiyê di navbera Pêşmergeyan û Artêşa Îraqê de hene. Tevî hişyariya berdewam a berpirsên ewlehiyê û parlamentoyê li ser wê yekê ku ev valahî niha bûne metirsî û cihên tevgera çekdarên DAÎŞê, Lîjneya Ewlehiyê li Parlamentoya Îraqê carake din daxwaza zêdekirina hêzan û pêkanîna yekîneyên hevpar bo Kerkûkê dike.