Êraqçî hişyariyeke tund da Îsraîlê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê li ser her serpêhatiyeke leşkerî ya Îsraîlê li devera Kendavê hişyarî da û tekez kir ku bandorên çaverêkirî yên wê rewşê li ser bazarên navdewletî dabînker û bikarînerên gazê nîgeran dikin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî îro Çarşem, 28ê Cotmeha 2026ê, di peyamekê de li ser platforma Xê ragihand: "Her serpêhatiyeke ku ji aliyê Îsraîlê ve dijî Îranê dest pê bike, bandora wê ya wêranker dê li deverê bi giştî û bi taybetî li Kendavê hebe."
Ebas Êraqçî herwisa got: "Îhtîmala serhildana şer û destdirêjiyên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê hêşta bo hemî dabînker û bikarînerên gazê di bazarên cîhanî de çavkaniyeka mezin a nîgeraniyê ye."
Ev hişyariya Tehranê ligel berdewamiya proseya cudakirina dengên hilbijartinên Îsraîlê hevdem e. Encamên berahiyê nîşanên nêzîkiya rêjeya dengên navbera bereya Benjamin Netanyahu û hevrikên wî ne, bêyî ku li gorî raportên serekî yekalîkirina zelal bo pêkanîna hikûmeta bê hebe.
Netanyahu pêştr ragihandibû ku niyeta wî heye ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump kar bike, bo rûbirûbûna wan gefên ku Îran çê dike. Ev jî nîşana îhtîmala berdewamiya hevahengiya Waşinton û Tel Evîvê li ser bi dosyaya Îranê ye, di demekê de ku nîgeranî li ser serhildana pevçûnên leşkerî li deverê zêde bûne.