Li Efrînê teqînek çê bû

Li navçeya Bilbilê ya Efrînê teqînek çêbûn, çend kes jî birîndar bûne.

K24 – Efrîn

Li navçeya Bilbilê ya Efrînê teqînek çêbûn, çend kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên ji herêma Efrînê hatine wergirtin, teqîn îro, 17ê Tebaxê, danê nîvro li navçeya Bilbilê ya bakurê Efrînê çêbûye, di encamê de çend welatiyên navçeyê birîndar bûn.

Heta niha sedema wê teqînê nehatiye zanîn, ti zanyariyên zelal jî ji aliyê asayişa Bilbilê ve nehatiye ragehandin.

Bilbilê li ser sînorê Tirkiyê ye û bi 35 k.m li bakurê Efrînê dikeve.