Serokomar Mehsûm û serok Barzanî li hev dicivin

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bo pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê bi Barzanî re hevdîtinê dike.

K24 – hewlêr

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bo pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê bi Barzanî re hevdîtinê dike. 

Hat zanîn ku Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm dê îro 18 Tebaxê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bicive û pirsgirêka serokatiya Herêma Kurdistanê guftûgo bike. 

 

Mehsûm duh li bajarê Silêmaniyê bi endamên Polîtborya YNKê û Kordînatorê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa re li ser heman mijarê hevdîtin pêk anîbû. 

 

Herweha biryar e Mehsûm dê bi Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec re jî li ser heman mijarê hevdîtinê bike.