Wezareta DAD: biryara Encûmene Şûreyê zoremile

li gorî ku di yasayê de hatiye dikare aliyên şureyan dixewazin pabend bi biryarên xwe bike

 

 K24-Navenda Nûçeyan

 

Wezareta Dad ya Herêma Kurdistanê ragehand ku pêwîste  Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê pabendbin bi biryaya Encûmena Şûreya Herêmê.

Di daxuyaniyekê de Berdevkê Wezareta DAD ya Herêma Kurdistanê Nerîman Talib iro,18ê Tebaxê ragehand ku biryara Encûmena Şûreya Herêmê biryareke zoremile ji ber ku her du aliyan daxwaza şêwiran kirbûn.

Talib diyarkir ku Encûmena Şûreya Herêmê li gorî ku di yasayê de hatiye dikare  aliyên şureyan dixewazin pabend bi biryarên xwe bike li gor madeya (8 û 9).

Encûmena Şûreya Herêma Kurdistanê duh,17ê Tebaxê biryar da ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di posta xwe de weke Serokê Herêma Kurdistanê bimîne heta ku hilbijartin werin li darxistin.