Erkê Barzanî di serokatiyê de bidawî tê

sala 2009an ji aliyê xelkê ve wek Serokê Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin.

K24- Hewlêr

Erkê Serokê Herêma Kurdistanê îro bidawî tê, aliyên siyasî jî heta niha negehiştine ti rêkeftinekê.

Îro, 19ê Tebaxê, erkê Mesûd Barzanî di posta Serokê Herêma Kurdistanê de bidawî tê, piştî ku di Hezîrana 2013an de erkê wî bo du salan hatibû dirêjkirin.

Li gor yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku di sala 2005an de hatiye pesendkirin, her kes dikare bo du xulên çar salî bo posta serokatiyê xwe birbijêr e.

Mesûd Barzanî jî di sala 2005an de ji aliyê Parlementoya Kurdistanê û sala 2009an ji aliyê xelkê ve wek Serokê Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin.

Roja 30ê Hezîrana 2013an li gor rêkeftinekê di navbera Yekîtiy Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), heyama serokatiya Barzanî bo du salan hatibû dirêjkirin.

Roja 13ê Hezîrana borî jî, Serokê Herêma Kurdistanê 20ê Tebaxê bi encamdana hilbijartinên serokatiyê diyar kiribû.

Lê Komisyon Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragehandibû ku, ji ber çend pirsgirêkan ew nikarin hilbijartinên serokatiyê di deme diyarkirî de, rêbixin.

Roja 16ê Tebaxê jî, Mesûd Barzanî daxwaz ji aliyê siyasî kiribû ku ji bo çareserkirina krîza serokatiyê lihev bicivin, civîna yekem jî duh, Sêşemê, destpêkir û dê heta heftiya bê berdewam be.

Aliyên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê projeyên xwe ji bo çareserkirina krîza serokatiyê amade kirine.

Tevî ku xalên ji hev cud ji xalên ji hev nêzîk di her sê planan de hene, lê tev behsa çawaniya hilbijartina serok û desthilatên wî dikin.