Baluken: Proseya aştiyê di bin bombe û kuştinan de maye

Baluken dibêje KCK amadeye bo agirbestê lê hikûmeta AK Partî şer dixwaze

K24-

Berdevkê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) İdris Baluken bi daxuyaniyek çapemeniyê rapora derbarê rûdanên li herdu navçeyên Diyarbekirê Faqrîn û Licê de eşkere kir. Balûken got: ‘’Serokomar dibêje piroseya aştiyê di sarincê de ye. Ev sarinc morga miriyane. Pirose di bin bombe û kuştinan de ye.’’

İdris Baluken îro ligel parlamenterên HDPê Nimetullah Erdogmuş, Dilek Ocalan, Feleknaz Uca û Ziya Pîr li Civata Rojnamevanan a Diyarbekirê rapora desrbarê rûdanên Farqîn û Licê de eşkere kir.

Baluken ragehand ku ku hêzên ewlekariya Tirkiyê li van herdu navçeyan êrîşê xelkê kiriye û dukan ûmalên wan talan kiriye. Baluken diyar kir ku bi qestî gule berdane xelkên sivîl û zirar ziyanek zêde gehiştiye van herdu navçeyan.

Baluken daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên ku digot: ‘’Proseya aştiyê di cemeda sarincê de ye’’ jî rexne kir û got: ‘’Niha ti payeya Serokomar nine û nikare derbarê proseya aştiyê de biaxive. Lê Serokomar dibêje piroseya aştiyê di sarincê de ye. Divê mirov vê jî bibîne. Ev sarinc morga miriyane. Pirose di bin bombe û kuştinan de ye.’’

İdris Baluken daxuyand ku xelkê herêmê şer naxwaze û partiya wan jî gelek caran banga rawestandina şer li aliyan kiriye û got: ‘’KCK rêzê ji van daxwazê me re digre û dibêje em amadene bo agirbestê. Lê belê hikûmet bersiva wan nade û şer dixwaze.’’

Berdevkê Koma HDPê da zanîn ku eve 4 mehin nikarin ligel Rêberê PKKê Ocalan hevdîtinan bikin û daxaz kir şandek siyasî carek din here Îmraliyê.